Di tîrmeha sala 2025'an de, hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û komên çekdarên ên Ereb êrîşî bajarê Siweydayê kirin.
Bajarê Siweydayê jî ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, biryar dan ku şer bikin û nehêlin ti kes derbasî bajêr bibin.
Hêzên Hikûmeta Veguhêz û çekdarên wê di têketina Siwêdayê de, gelek sûc li dijî qanûnên mirovî pêk anîn.
Wan sûcên wekî kuştina meydanî, revandina jinên Durzî, destavêtina li cenazeyan pêk anîn.
Li rex vê jî, Îsraîl li gel Durziyan sekinî û piştgiriya wan kir.
Piştî şerekî dora 15 rojan, şer bi navbeynkariya hêzên garantor rawestiya.
Her wiha her du aliyan li ser bidawîbûna şer li hev kirin.
Piştî vê, Durziyan xwe li hev kom kir û xwe birêxistin kirin.
Durziyan hêzên leşkerî û hêzên ewlehiyê ava kirin û şaredariya xwe jî vekirin.
Hêzên Hikûmeta Veguhêz ji dema agirbestê û heta niha ve êrîşî Siweydayê dikin.
Şevê din jî, li eniyên şer ên li gundewarê rojhilatê Siweydayê, di navbera hêzên Hikûmetê û hêzên Durzî de şer derket.
Hîn jî encama şer nehatiye parvekirin.
Hikmet Hicrî daxwaza rêveberiyeke xweser kir
Beriya niha jî, serokê rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet Hicrî got ku avakirina rêveberiyeke xweser a Siweydayê, biryareke jêneger e.