DEM Partî: Pêdivî bi qanûneke berfireh heye

Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan DEM Partî, bûyerên siyasî, aborî û civakî di civîna xwe ya 11-12`ê Nîsanê nirxandin. DEM Partiyê banga derxistina qanûnke berfireh kir, da astengiyên li pêş siyaseta demokratîk werin rakirin her wiha dawî li sepanên qeyûman were anîn û girtiyên siyasî werin berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) encamên civîna xwe ya 11-12'ê Nîsanê ya li Enqereyê bi encamnameyekê eşkere kir.

DEM Partiyê ji bo pêşvebirina pêvajoyê û pêkhatina aştiyeke rasteqîn, karên divê bên kirin bi van xalan destnîşan kirin:

"Pêdivî bi sererastkirinên qanûnî heye û divê rojek berî rojekê bikevin rojeva Meclisê.

Divê derxistina qanûneke berfireh bi beşdariya hemû beşên civakê were armanckirin.

Divê astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk werin rakirin.

Divê dawî li sepanên qeyûman bê anîn û şaredarên ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, vegerin ser peywirên xwe.

Divê girtiyên siyasî werin berdan.

Divê "Qanûna Aştiyê" ya ku aştiya civakî garanti dike were derxistin.

Ji bo sazîbûna aştiyê, divê şert û mercên xebatê yên azad û çalak ji bo Birêz Abdullah Ocalan werin dabînkirin."

"Li Tirkiyeyê avakirina aştiyê û geşepêdana demokrasiyê du pêvajo ne ku hevdu temam dikin. Bêyî aştiyê demokrasi kêm dimîne, bêyî demokrasiyê aştî nabe mayînde.

 

DEM Partî banga vejandina 1`ê Gulanê kir

 

1'ê Gulanê, roja berxwedana hevpar a kedkar û bindestan e.

Ew roj e ku em ê daxwaza xwe ya nan, aştî, demokrasî û edaletê bi beşdariya herî bi hêz û berfireh bînin ziman. 1'ê Gulanê, roja ked, azadî, wekhevî û piştevaniyê ye.

Îsal em ji bo mafê kedê yê li dijî xizaniyê, ji bo demokrasiya li dijî zextê, ji bo aştiya li dijî şer û ji bo hemwelatiya wekhev a li dijî bêedaletiyê derdikevin qadên 1'ê Gulanê.

Em di serî de saziyên ked û pîşeyî, bang li hemû gelên xwe, ciwanan, jinan, teqawîtan û raya giştî ya demokratîk dikin ku bi dirûşma "Nan, Aştî, Edalet" li qadên 1'ê Gulanê bicivin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye