Li gundewarê Şamê 2 ciwanan hatin kuştin

Li gundewarên Şamê, 2 ciwan ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Sûriyeyê di 24 saetên dawî de li Şam û gundewarên wê, 2 ciwan ji aliyê endamên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz a Şamê ve hatin qetilkirin. 

Duh hêzên girêdayî Hikûmeta Vegûhez li taxa Ruknedîn a Şamê ciwanek ji gundê Merba yê Derayê kuştin.Tu agahî di derbarê sedema kuştina wî de nehate parvkirin.

Di heman demê de li gundê Rewad yê herêma Zebedanî jî, ciwanek ku ji sala 2012`an ji rejîma berê qut bûbû, ji aliyên heman hêzê ve hate kuştin. 

Her wiha li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka 2025`an ve di nav de 16 zarok û 30 jin bi giştî 884 kes hatine kuştin. 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24