Partiyên siyasî yên Tirkiyê ji bo komisyona di meclîsê de were ava kirin endamên xwe diyar kirin.
Komisyona ji bo pêvajoya aştî û demokrasiyê ji 51 endamên giştî pêk tê.
AKP`ê 21,CHP`ê 10, DEM partî 4, MHP`ê 4, Partiya Rêya Nû 3`ê endam ji bo di komisyonê de cihê xwe bigrin diyar kirin.
DEM partiyê ji 4 endaman sedî 50 kota esas girt, Gulistan Kiliç Koçyigit û Meral Daniş Beştaş wek endamên jin diyar kirin, di Komisyonê de temsilîyeta wek hev esas girt.
CHP`ê jî ji 10 endamên xwe 3`ê, AKP`ê jî ji 21 endamên komisyonê tenê 4 jin diyar kirin.
MHP, Partiya Rêya Nû, TÎP, EMEP û DSP ji bo komisyonê cih nedan jinan.