Li herêma Tîgrayê ya bakurê Etiyopyayê, bi sedan xebatkarên tenduristiyê bûyerên destavêtina komî ya ser jinan, ducanîkirin bi darê zorê , koletiya zayendî û êşkenceyê tomar kirine.
Bijîşkên Mafên Mirov (PHR) û Rêxistina Dad û Berpirsyariyê ya Qeraxa Afrîkayê (OJAH) raporeke berfireh li ser van sûcan parve kir û da zanîn ku ev kiryar ji hêla leşkerên Etiyopya û Erîtreyê ve bi awayekî sîstematîk tên kirin.
Di raporê de jimara 500 qurbaniyan û hevpeyivînên bi zêdetirî 600 xebatkarên tenduristiyê re hatiye eşkerekirin.
Destdirêjiya li ser jin û zarokan
Encamên raporê nîşan dide ku gelek jinên sax mane, neçar mane ji nasnameya etnîkî ya êrîşkaran zarokan bînin dinyayê û amûrên kontrolkirina zayînê bi darê zorê ji laşên wan hatine derxistin.
Di vê derbarê de pisporek derûniyê got: “Zarokek ku rastî destavêtinê bûbû û berê xwe dabû me ji bo dermankirinê, da zanîn ku êrîşkar ev jê re got "Hûn ê ji me bînin dinyayê, nasnameya etnîkî ya Tîgrayî wê bi dawî bibe.”
Ji sedî 63 xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku wan zarokên di bin 17 saliyê de derman kirine û ji sedî 20 ji wan ragihandin ku zarokên di navbera 1-12 salî de rastî destavêtinê hatine.
Hin jin bi mehan, bi salan di kampên leşkerî de hatine girtin. Gelek qurban, di nav de zarokên ducanî, bi trawmayên fizîkî yên giran re rû bi rû mane û hin ji wan bi nexweşiyên mayînde yên wekî fistulê ketine.
Berdewamiya şer û banga destwerdanê
Her çend di sala 2024’an de qonaxa şerê çalak bi dawî bûbe jî, tundiya zayendî dewam kiriye û li herêmên nû yên wekî Amhara û Afar belav bûye. Raporê tekez kir ku çanda cezanekirinê bûye sedema berdewamiya van hovîtiyan.
Xebatkarek mafên mirovan bal kişand ser nedarizandina sûcdaran û got: “Kes berpirsiyariyê nagire ser xwe. Ger ev bêcezakirin berdewam bike, em ê li herêmên din jî heman tiştî bibînin.”
Yek ji nivîskarên raporê, Parêzera Mafên Mirovan Payal Shah dibêje: “Ev bîst sal in li ser tundiya li ser bingeha zayendî dixebitim. Min qet bi tundiyeke zayendî ya ewqas sîstematîk, hovane û berbelav re rû bi rû nehatime.”
Di dawiya raporê de bang tê kirin ev kiryar wekî sûcên li dijî mirovahiyê bêne nirxandin û civaka navneteweyî van sûcê jenosîdê lêkolîn bike.