Her çend roja 8`ê Adarê di asta navnetewî de di sala 1977`an de hatibe pejirandin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş a jinên cîhanê rastî salên 1800`ê tê.
Di 8’ê Adara sala 1857’an de jinan li New Yorkê grevek li dar xist.
Dîroka vê rojê vedigere 1857`an
Jinan bi greva xwe daxwaz kirin ku saetên wan ên kar dakevin 8 saetan û heqdesteke weke hev ji wan re were dayîn.
Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û 100 jin di encama vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dan.
Her çendî ku jinan bi grevê daxwaza xwe dabin pejirandin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê di salên 1900`î de des tpê dike.
Di 1903’an de li Amerîkayê Koalisyona Sendîkayên Jinan hat avakirin
Di sala 1903`an de li Amerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî ``Koalîsyona Sendîkayên Jinan`` hate sazkirin.
Di Yekşema dawî ya sala 1908`an de, jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek li dar xistin.
Di sala 1910’an de konferansa jinan li Kopenhagenê hatibû lidarxistin
Di sala 1910’an de li Kopenhagenê Konferansa duyemîn a Jinên Sosyalîst a Navnetewî hate lidarxistin.
Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan a cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate pejirandin.
Di 1977`an de 8`ê Adarê bû roja cîhanî ya jinê
Piştî ku pişniyar hate pejirandin, NY di 16`ê Kanûna 1977`an de, 8 Adarê weke “Roja Cîhanî ya Jinan” îlan kir ku were pîrozkirin.
Jinên Kurd jî xwe îspat kirine û bûne mînaka fedekarî û rizgariyê.
Di dîroka Kurdan de jin xwedî rol û bandor e
Dîroka Kurdan bi navên jinên ku nûnertiya doza xwe û gelê xwe kirine, hatiye nivîsandin.
Bi derketina Tevgera Azadiyê û bîrdoziya Rêberê Damezrêner ê PKK`ê Abdullah Ocalan re, di serî de jin, civaka Kurd jiyana azad ji bo xwe hilbijart.
Jinên Kurd her roj kirine roja 8´ê Adarê û roja têkoşînê.
Şoreşa Rojava, weke Şoreşa Jinê tê naskirin
Li Kobanê di 19 Tîrmeha 2012’an de, gava yekemîn a şoreşa jinê ya Rojava ku di şerê li dijî desthilatdariya BAAS’ê de li şûna avakirina statukoya nû, gelan li ser esasê azadiyê bi rêx istin kir, hat avêtin
Di şoreşa Rojava de hem di qada leşkerî de û hem jî di qada avakirina civakî de bi tevlîbûna hezaran jinan vegeriya îradeya şoreşa jinê.
Rêveberiya Xweser sîstema hevserokatiyê bi cih kir
Her wiha bi sîstema Rêveberiya Xweser re, Zagonên Jinê yên xweser, meclîs, komûn û hevserokatiyê jinên Kurd, Ereb, Suryan û jinên ciwan bûn pêşeng ji pêvajoya rêvebirinê re.
Bi hezaran jinan di oxira vê şoreşê de çi di aliyê eniyên şer de, çi di aliyê avakirina qada civakî de bi dayîna bedêlên mezin destkeftên jinê yên girêdayî vê şoreşê misoger kirin.
Jinên ku bûn pêşeng û aktorên esasî yên Şoreşa Rojava di heman demê de li mîrasa têkoşîn û berxwedana jinan ên hezarên salan jî xwedî derketin.
Jin pêşengiya şoreşa Rojava dikin
Şoreşa jinê ya ku li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, li tevahiya Sûriyê û Rojhilata Navîn belav bû, îro li tevahiya cîhanê di cewherê xwe de weke Şoreşa Jinê tê naskirin.
Bi vê biryardariyê di oxira azadiyê de jinan gelek leheng û qehreman dan.
Lewma Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê hat pênasekirin û her roj ji bo jinan, bû 8`ê Adarê.