Çalakvanên Mafê Jinan: Tundî û qetilkirina jinan çavkaniya xwe ji kevneşopiyên civakê digire

Çalakvanên Mafê Jinan ên li Başûrê Kurdistanê, bal kişandin ser kevneşopiyên di nava civakê de ku rê li ber tundî û qetilkirina jinan vedike û gotin: "Jin di bin navê namûs , şeref û kevneşopiyên civakê de tên qetilkirin û tundî li ser wan tê kirin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Têkildarî zêdebûna tundiya li ser jinan û qetilkirina wan a bi sedemên kevneşopî, Çalakvanên Mafê Jinan axivîn.

 

"Rêjeya kuştina jinan sala 2026'an zêde bûye"

 

Çalakvan Sonya Mihemed bal kişand li ser rêjeya qetilkirina jinan a li Başûrê Kurdistanê û got:

 

"Ji destpêka serê salê ve li Başûrê Kurdistanê rêjeya kuştina jinan zêde bûye.

 

Di demekê de ku rêjeya rewşenbîrî û hişyariya jinan zêdetir bûye.

 

Lê mixabin hişmendiya mêrserwerî qet pêşketin bi xwe re çênekiriye."

 

Sonya Mihemed: Civak her dem astengiyan li pêşiya jinan çêdike

 

Sonya Mihemed anî ziman ku qetilkirina jinan tirs û bê bawerîbûn ji bo jinên ciwan daye çêkirin û wih pê de çû:

 

"Ev bûye sedem ku jin ji xwe nebawer bin û nikaribin derkevin pêşiya kamereyan jî.

 

Civakê pêşiya vê yekê girtiye, naxwazin jinan li pêş bibînin."

 

Sonya Mihemed diyar kir ku kuştina jinan di bin navê "şerefê" de pêk tê, tevî ku şeref parastina welat e.

 

"Tundiya li ser jinê bandoreke demdirêj li ser derûniya wê çêdike"

 

Endama Desteya Rêveber a Rêxistina Asoyî ya ‘Jinên Kurd, Jina Civakê’ Telar Îwer qala tundiya li ser jinan kir û wiha anî ziman:

 

"Tundiya li ser jinê tenê kuştin û gef nîne.

 

Bandoreke demdirêj li ser derûniya jinan çêdike.

 

Ji dîrokê bigire heta bi pêşketina civakê û teknolojiyê re tundî li ser jinan tê kirin."

 

Telar Îwer herî dawî tekez kir ku divê jin li ber vê tundiyê serî netewînin û her dem di nava hewldanan de bin ji bo mafê xwe bi dest bixin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye