Kongra Star di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew ê hêza xwe bikin yek û li dijî pergala zayendperest sekneke bi encam nîşan bidin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser rewşa jinan li Sûriye û Afganistanê.
Kongra Star diyar kir ku HTŞ'ê û Tevgera Talîbanê îradeya jinan têk dibin, tirsê dixin nav wan de da ku nebin xwedî rêxistinbûyîn.
Koordînasyona Kongra Star di dawiya daxuyaniyê xwe de destnîşan kir wê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî bikarîbin rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin û li dijî pergala dijminê jinan sekneke mezintir nîşan bidin.