Dayikên Aştiyê di Roja Dayikan de daxwaza aştiyê kirin

Îro Roja Dayîkan a Cîhanê ye. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, Dayikên Aştiyê bi boneya vê rojê îro li pêşiya girtîgehan bang kirin: Diyariya herî xweşik a ji dayikan re aştî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dayikên Aştiyê, bi boneya Roja Dayikan li Amed, Êlihê, Wan û Stenbol jî li pêşiya girtîgehan daxuyanî dan.

Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê têkildarî "Mafê Hêviyê" li ber deriyê Girtîhega Amedê daxuyanî da çapememiyê.

Dayika Aştiyê Hanife di daxuyaniyê de bal kişand ser gavên ku Tevgera Azadiya Kurd piştî banga Abdullah Ocalan avêtine û got:

“Gavên herî bingehîn ên ku divê bên avêtin, pêkanîna mafê hêviyê, bidawîkirina hewldanên şewitandina înfazan û berdana girtiyên nexweş in.”

Behiye Nayir: Em daxwaza aştiyê dikin

Li Êlihê Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Damizrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, nêzîkî Girtîgeha Êlihê daxuyanî dan çapemeneyê.

Li wir dayika Behiye Nayir diyar kir ku dayikên Kurdan ti demê rojeke xweş jiyan nekiriye û wiha berdewam kir:

“Em di roja xwe de aştî, azadê û dadmendiyê dixwazin."

Kamile Yalçinê: Azadiya Ocelan azadiya yekem a me ye

Di heman çarçoveyê de, li Wanê jî dayika Aşitiyê Kamile Yalçınê bal kişand ser rola Rêberê Damizrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û got:

“Birêz Abdullah Ocalan rêberê vî gelî ye. Em berî her tiştî azadiya wî û piştre ya zarokên xwe dixwazin."

Sultan Bozkurt: Divê deriyê girtîgehan were vekirin

Li Stenbolê jî dayika Sultan Bozkurt Metina daxuyanî xwend û destnîşan kir ku divê deriyê girtîgehan vebe û ev peyam da:

“Roja Dayikan divê ne li pêşiya girtîgehan were pîrozkirin.

Em bi serokê xwe re azad in.

Deriyê girtîgehan vebe, dê Roja Dayikan jî bê pîrozkirin.”

  

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye