Mêrekî hevjîna xwe birîndar kir û xwe kuşt

Li taxa Domîz a bajarê Kerkûkê zilamekî bi tifingê hevsera xwe birîndar kir û paşê jî xwe kuşt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî êrîşê tîmên teduristiyê û hêzên ewlekariyê çûn cihê bûyerê. Jina birîndar rakirin nexweşxanê, lê mêrê êrîşkar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

Bûyer li taxa Domîz a 77’an a li Kerkûke rûdaye.

Hat zanîn ku mêrekî 65 salî hevjîna xwe ya 46 salî gulebaran kiriye.

Her çiqas daxuyaniyek fermî nehatibe dayîn jî berdevkê Polîsan a Kerkûkê Muqedem Amir bûyer ji ajansa  Rojnews’ê re eşkere kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye