Lezgin

Ji konferansa jinan re peyam: Dem dema yekîtiya jinên Kurd e

reset font size increase font size

Di berdewamiya Konferansa “Platforma Jinên Kurd” a 3'emîn ku di demjimêrên sibehê de li Amedê dest pê kiribû, peyam hatin xwendin. Tevgerên jinan tekezî li ser girîngiya yekîtiya jinan a neteweyî kirin.

Piştî axaftina destpêkê ya konferansê, peyamên hatî, hatin xwendin.

TJA: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin

Di peyama xwe ya ji konferansê re, Tevgera Jinên Azad TJA daxuyakirin ku vê carê ew destûrê nadin ku destkeftî werin wendakirin û destnîşan kir ku îro bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” hewce ye ku dîroka şoreşa jinê ya neolîtîk, careke din bikin şoreşa serdemê.

Kongra Star: Kombûna we bersiveke bi hêz e

Her wiha ji Rojavayê Kurdistanê, Kongra Star peyam bo konferansê şand û têde hatiye: Em bawer dikin ku ev kombûna we ya dîrokî, bersiveke bi hêz e. Pêwîstiya pêvajoya heyî bi rêbertiya rasteqîn a xwedî wêrekî, rêxistinbûn, sitratejî û hevgirtinê heye.

Platforma Jinên Kurd: Pêdivî bi yekîtiya neteweyî heye

Ji aliyê xwe ve jî Platforma Jinên Kurd dazanîn ku di vê pêvajoya dîrokî de, hem xeterî û hem jî derfetên mezin ên azadiyê hene. Ji bo ku gelê Kurd nekeve rewşek xirab de û bi ser bikeve, yekane tişta pêwîst ew e ku yekîtiya neteweyî pêk bîne.

Konferans bi nirxandinan dewam dike…

Ebîr Muhemed

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24