Jinan name ji Rêber Abdullah Ocalan re nîvisandin

Îro li bajarên Girgê Legê û Rimêlan ên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, Kongra Star çalakiyek li dar xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de, Kongra Star daxuyanî da û jinên ji bajarê Girkê Legê, Rimêlanê, tevî endamên saziyên sivîl, name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nîvisandin.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Her wiha soz jî dan ku rêya pêkanîna aştî û civaka demokratîk bidomînin.

Li bajarê Qamişlo jî jinan ji bo şermazarkirina Komploya navneteweyî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Ajansa Jin Newsê re axivîn.

Jinan dan zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji jinan re gelekî girînge, lewma dê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo, têkoşîna xwe berdewam bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye