Roja Cîhanî ya Jinan, an jî Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, cejnek e ku her sal weke xala sereke ya tevgera mafên jinan tê pîrozkirin.
Roja Jinan a Cîhanî bi çalakî û daxuyaniyên ku li seranserê cîhanê tê lidarxistin balê dikişîne ser mijarên wekê wekheviya zayendî, mafên ducaniyê, tundî û destdirêjiya li ser jinan.
Roja 8’ê Adarê ji bo jinên Kurd xwedî wateyeke taybete
Ji bo jinên Kurd jî, ev roj xwedî wateyeke taybet e, ji ber ku daxwazên wan ên dîrokî û yên niha ji bo rizgariyê û azadiyê pêş dixe.
Lewma li herêmên Kurdan tevgereke jinan a berbiçav pêşketiye, ku bi roja cîhanî ya jinan re têkildar e.
Di vê pêvajoyê de, wan ne tenê piştgirî dane tevgerên femînîst, lê gelek caran di guherînên civakî û siyasî de jî roleke navendî lîstin.
"Roja Jinan ya Cîhanî" li Rojhilatê Kurdistanê, ji beşên din yên Kurdistanê, pir cudatir e û jin bi beşdarbûna di xwepêşandan û serhildanên ji bo azadiyê de, 8'ê Adarê pîroz dikin.
Rewşa jinan piştî serdema şah xirabtir bû
Piştî hilweşandina rejîma Şah di sala 1979’an de, gelê Îranê bi rejîmeke nû (Ayetellah Xumeynî) ya zilmê re rûbirû ma.
Piştî ku Xumeynî hat ser desthilatê, di 7’ê Adara 1979’an de fetwayek da û ji jinan xwest ku li ofîsên hikûmetê porê xwe bigirin û peçeyê li xwe bikin.
Ev rewş wekî binpêkirina mafên jinan dihat dîtin.
Jinan li Rojhilatê Kurdistanê di serhildanê de ne
Roja din ango di 8’ê Adarê de, Roja Jinên Navnetewî, bi hezaran jinên Kurd, Faris, Belûç û Azerî li Tehranê li dijî vê fetwaya zordar xwepêşandan kirin.
Ev yekem tevgera girseyî ya jinan li dijî rejîma Îranê bû.
Bi rejîma Xumeynî re, di her aliyê jiyanê de qedexe li ser jinan hatin ferzkirin.
Dîtina jinan li qadên giştî, şêwaza cil û bergên wan û azadiya tevgerê wan hat sînordarkirin.
Jin li Îranê di warên perwerde, kar û jiyana siyasî de rastî cudakariyê hatin.
Ev rewş bû sedem ku jin daxwazên xwe yên ji bo mafên xwe û beşdariya wekhev di jiyana civakî de zêdetir bikin.
Ji dema hatina Xumeyînî li ser desthilatiyê heta roja îro jin di çarçoveya bidestxistina mafên xwe de serhildanan li dar dixin.
Her wiha li hember her cure êşkence, zayendperestî, qetilkirin û cezakirinê jî, bi rêbazên cuda li ber xwe dane û heta îro li ber xwe didin.
Serhildana jinan a herî mezin di dîroka Rojhilatê Kurdistan û Îranê de "Şoreşa jin jiyan Azadî" bû.
Li Rojhilatê Kurdistanê, bi hinceta şikandina rêgezên qanûnî û dînî de, rojane jin rastî tundî û binpêkirinan tên.
2022 bû sala serhildanê
Di sala 2022`an de, Jîna Amînî ya Kurd bi hinceta şikandina rêgezên dînî û qanûnî, ku porê wê xuya dikir, li ser destê Deweta Îranê hate kuştin.
Piştî vê yekê jinan ji bo li dijî derketina vê hişmendiyê, rabûn ser piyan û di bin navê "Jin Jiyan Azadî" de, dest bi serhildanê kirin.
Ev serhildan veguherî şoreşeke ku Belûc û Ereb jî tê de cih girtin.
Jin Jiyan Azadî bandor li cîhanê kir
Her wiha ev şoreş ne tenê di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bandora wê çûbû, cîhan hejand û li hemû welatan bandor kir û jinan piştgirî dan vê şoreşê.
Jinên li çar aliyê cîhanê ji bo piştevaniya vê şoreşê, li ser ekranan li hundirê kongirêsan ....ji bo Jîna Amîne porê xwe jêkirin.
Her wiha bi sedan jin ji ber serhildana "Jin Jiyan Azadî" li dijî hişmendiya Dewletê, hatin kuştin, darvekirin û girtin.
Jin di nava zindan û girtîgehan de jî, tekoşîna bidestxistina mafên xwe berdewam dikin û her sal bi boneya 8`ê Adarê li girtîgehan çalakî dikin.
Ev serhildanên jinan bi wan rojan tenê sînordar nema, lê gihişt rojên îro ku roleke pir grîng dilîze.
Dirûşmeya ku îro li xwepêşandanên Îranê de, tê bilidinkirin û bangkirin "Jin Jiyan azadî" ye.
Îro di şerê Îran û Îsraîl-DYA'yê de dîsa beşa herî zêde zextê dibîne jin in.