Ji ber şerê li ser Îranê tê meşandin gelek welat rastî êrîşên bi muşekan û balafirên şer tên. Rewşa nearamiyê her ku diçe dijwartir dibe.
Herî dawî hin welatên Avrupa û Asyayê biryara derxistina hemwelatiyên xwe ji herêmê girtin û dest bi pêkanînê kirin.
Piştî ku dronek li erdê konsulxaneya Amerîkî li Dubayê xistiye, hemû kar hatine sekinandin.
Amerîka balyozxaneyên li sê welatan girtiye û Amerîkiyan hişyar kiriye ku herêmê biterikînin.
Rayedarên Dubayê eşkere kirin ku wan korîdorên hewayî yên ewle bi cîranên xwe re vekirine ji ber ku welat lez dikin ku welatiyên xwe yên asê mane, ji Dubayê derxînin.
Fransa hewl dide ku welatiyên xwe ji Rojhilata Navîn vegerîne
Her wiha Fransa duh diyar kir ku ew amade ye ku welatiyên xwe yên li Rojhilata Navîn di xetereyê de ne vegerîne.
Wezîrê Karê Derve yê Fransayê eşkere kir ku nêzîkî 400 hezar hemwelatiyên Fransayê li Rojhilata Navîn in.
Zêdetirî 300 hezar welatiyên Brîtanyayê li Rojhilata Navîn hene
Her wiha Brîtanyayê beriya vê bi du rojan, ji hemî welatiyên Brîtanî yên li Rojhilata Navîn xwest ku hebûna xwe tomar bikin.
Zêdetirî 100 hezar welatiyên Brîtanî heta niha xwe li Rojhilata Navîn hatiye tomar kirin.
Tê texmînkirin ku 300 hezar welatiyên Brîtanî li herêmê hene.
Çîn: Zêdetirî 3 hezar û 470 welatiyên Çînê ji Îranê hatine derxistin
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku heta niha zêdetirî 3 hezar û 470 welatiyên Çînî ji Îranê hatine derxistin.
Çînê eşkere kir ku li Tehranê di encama şerê leşkerî welatiyekî Çînî hatiye kuştin.
Her wekî din jî, Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê, ragihand ku hikûmeta wî, bi rêya geştek ji Muscat, Omanê, dest bi derxistina welatiyên xwe yên ku ji ber şerê li Îranê li Rojhilata Navîn asê mane bike.