Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Brîtaniyayê Keir Starmer li Enqerê peymana kirîna 20 balafirên Eurofighter Typhoon îmze kir.
Erdogan ev peyman wekî "sembola nû" ya têkiliya stratejîk a di navbera Enqere û Londonê de bi nav kir.
Wezareta Parastinê ya Brîtanî diyar kir ku ev mezintirîn peymana balafirên şer e di salên dawî de ye û radestkirinên yekem dê di sala 2030`an destpê bike.
Hate zanîn ku bûhaya 20 balafrên şer ên Brîtanî 9.2 milyar euro ye.
Enqera xwest ku destpêkê balafirên Amerîkî yên F-35 bi dest bixwe, lê piştî kirîna Tirkiyê ya pergala parastina hewayî ya S-400-a Rûsî, ev daxwaz hate redkirin.