Zelensky di peyama xwe ya vdîmenî de da zanîn ku dê hêza destpêkirina mûşekên dûravêj pêkhateyek ji serxwebûna wan be û dê ji bo misogerkirina aştiyê pêkhateya herî girîng be.
Rayedarên Rûsî roja şemiyê ragihandin ku wan êrîşeke mezin a dronên Ûkraynayê ku paytexta Rûsyayê, Moskovayê hedef digirt, asteng kirine.
Rojnameya Axios jî roja duşemê ragihand ku Zelensky pêşbîn dike ku hevalbendên Rojavayî di rojên pêş de pêşniyareke kurt a aştiyê pêşkêş bikin da ku şerê bi Rûsyayê re bi dawî bikin.
Di hevpeyvînekê de roja yekşemê Zelensky got ku hevpeymana dilxwazan, hevpeymaniyeke nefermî ya nêzîkî 35 welatên bi serkêşiya Brîtanya û Fransayê ye pêk tê û dê di nav "hefteyekê yan deh rojên bê" de li ser pêşxistina hin xalên bilez bixebitin.