Li Ermenyayê piştî girtina serokê Dêra Apostolîk ya Ermenyayê û rêberê “Tevgera Pîroz” Sermeteran Bagrat Galstanyan û 13 hevalên wî ya bi hinceta “li hember hikumetê hewldana darbeyekî çêkdarî û ji bo vî birêxistinkirina hêzên çekdar” bertek û nêrazîbûn zêde dibin.
Di 26’ê Pûşpera 2025’an de niqaşên Dêra Ermenya û hikumeta Paşînyan gurtir bûn. Hikumeta Nîkol Paşînyan dêrê wek hêzeka “krîmînal, olîgarşîk û derdorên rihban” pênase dike û îddîa dike ku ev hêz dixwaze desthilatê ji destê Hikumeta heyî derxe û Ermenya paş de bibe.
Gengeşî her ku diçe kurtir dibe
Ji aliyên din de jî kesayetên wek Galstanyan jî hikumetê bi ‘ji rê derketin, bêexlakî, nokerî û welat firotinê” re tewanbar dikin û xwesteka xwe ya guhertina hikumetê, ev demeke bi çalakiyên cur be cur tînin ziman. Civak jî li ser vê esasê perçe bûye û ev rewş her diçe kurtir dibe.
Gengeşiya ku niha di rojevê de wek qeyranek disekinê her çiqas sedemên xwe di dîroka nêz de hebe jî esasê xwe de rêhên wê heya dîroka avabûna Ermenyayê diçe. Nakokiyên ku di serdema avabûnê hatibûn danîn îro di şexsê dêrê û desthilata siyasî de xwe cardin didin jiyîn.
Rehên pirsgirêkê kur diçe
Ermenya cara ewil wek Komara Ermenya ya Demokratîk di serdema Şerê Cîhanê ya Yekemîn de di sala 28’ê Gulana 1918’an de hat avakirin. Piştî demekî kin ev komar tevlî sîwana Sovyetan bû. Ermenya di 29’ê Mijdara 1920’an bû Komara Sosyalîst ya Sovyetan a Ermenya.
Piştî hilweşandina Yekitiya Sovyetan di 21’ê Îlona 1991’an de bi referandumekî re serbixwebûna xwe îlan kir û di 2’ê Adara 1992’an de jî bu endamê NY’e.
Her çiqas Ermenya di 1992’an de bube endamê NY jî, heya 2018’an jî Rusya û Dêra Ermanan li ser xwedî bandor bû. Di 2018’an de bi “Şoreşa Kadifê” (Velvet Revolution) re Nîkol Paşînyan hat ser kar.
Qarneya paşînyan nebaş e
Piştî ku paşînyan hat ser kar gelek bûyerên girîng li Ermenya rû dan. Yek ji van qewmînan ku hê jî bandora xwe dike têkçuyîna Ermenya ya di şerê Karabage de ye. Piştî vê têkçûnê gelek aliyên muxalefeta hûndirîn bertek nîşanî Paşînyan dan û xwestin dev ji kar berde. Dîsa gelek caran bi çalakiyên kolanan re heman bertek ji aliyê gel ve jî hat nîşandayîn. Yek ji mezintirîn ji van çalakiyan jî, çalakiyên di bin pêşengiya “Tevgera Pîroz” de li aliyê Tavuş û Şîrakê destpêkir û heya paytext Êrîvanê dewam kir bû.
Dêre Ermeniyan piştgirî dide çalakiyan
Di van çalakiyan de ji bo hikumetê tawanên; ji serweriya welat tavîz dayîn, bêexlaqî, gendelî, hela siyasî de ji bo dewlet rêvebirinê ne guncav bûn û hwd. bûn. Dêra Ermeniyan ya netewî jî piştgirî da van çalakiyan.
Li hember vê sekna dêrê û muxalefetê Paşînyan jî li hember dêrê kampanyayek dij da destpêkirin. Ji bo piçûk xistina dêrê tawanên wek pedofîlî, “soza xwe ya bekarete”negirtin bi pêş xist. Li hember van piçûk xistina di nav civakê de bertekek tund jî bi pêş ket, lewre dêra Ermenî heman demî de wek Dêra neteweyî tê zanin ku perçeyek girîng ya nasnameya Ermeniyane.
Bi van geşedanan re Ermenya di naw guhertinekî dîrokî de ye. Ji aliyekî ve hikumeta Paşînyan û aligirên wî dixwazin li ser nirxen Rojava welat ji nûve vesaz bikin ji aliyê din dêr û aliyên muhafazakar yê muhalefetê jî rewşa heyî wek îhanet û ji rê derketinê pênase dikin. Kijan alî dê serwer be ne diyare. Lê ji niha de çaw hemû li hilbijartinên 2026’an dê pêk were ye.
Karabag windahiye an derfet?
Hikumeta Paşînyan her çiqas li ber raya gistî ji dest winda kirina Karabagê wek windahîyek mezin pênase bike jî gelek şîrovekarên siyasî vê ji bo hikumeta Paşînyan wek firsendek mezin dinirxîne. Lewre zêde kirina zextan û girtina Sermertan jî ji bo hilbijartina 2026’an wek paqijiya rê digrin dest.
Li gor anketên tên kirin rêjeya tevgera “Lihevkirina Sivîl (Civil Contract)” ya ku Nîkol Paşînyan pêşengiya wî dike derdora sedî 15’a ne. L belê muhalefeta heyî heya niha tevgerek hevpar an jî li hev kirineke ku bikaribe derkeve pêşiya Hikumeta Paşînyan derneketiye.
‘Darbe’ hincetek kêrhatî xuya dike
Par jî rêveberiya Paşînyan bi hinceta “komeke ku li Rusyayê perwerde dîtine” û dixwazin darbe li hember hikumetê pêk bînin girti bû.
Lê belê dema mirov alikariya girseyî ya dêrê û hêza wî berçavan bigre, mirov dikare bêje ku ev hemleya herî werek ya Paşînyan ya vê demê de bû. Tawanên ku hatine kirin dê çawa biencam bibe hêj ne diyare lê tiştê ku di vê pêvajoyê de diyar bû ew bû ku li Ermenya ti hêz bi tena serê xwe ne serwer e û Ermenya êdî dest bi guhertinê kiriye. Dê ev guhertin çawa bibe, dê li gor hêrsa desthilatdariyê bibe an na dê civak rêya guhertinê diyar bike dê dem bide nîşandan.