Lezgin

Rûsya êrişî Ukraynayê kir 5 kes mirin û 21 jî birîndar bûn

reset font size increase font size

Duh êvarê Rûsya bi dron û fuzeyan êrişî Kîev û derdora wê kir. Di encama êrîşê de 5 kesan jiyan xwe ji dest da û herî kêm jî 21 kes birîndar bûn.

Tîmên rizgarkirinê yên Ukraynayê xebatên xwe ji bo kesên ku di binê avahiyên hilweşiyayî de man e, dewam dikin.

Ev êrîş piştî nêzîkî hefteyekê ku roja sêşema borî Rûsya êrişî Ukraynayê kiribû ku di encamê de 28 kes li Kîevê jiyana xwe ji dest dabû.

Serokê Ukraynayê ev êrişa hefteya borî ji dema pevçûnan de weke teqînên herî berfireh bi nav kiribû.

Servîsên hawarê ragihandin ku di saetên sibeha duşemê de, êrişên balafirên bê mirov û moşekan deverên welatiyan, nexweşxaneyan û binesaziya werzîşê armanc girtine.

Rustem Elîko

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24