Revandin û girtina welatiyên kurd yên li Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe.
Piştî gurbûna şerê di navbera Îsraîl û Îranê de zextên li ser Kurdên Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe. Di vî şerî de, gelek bajarên Kurdan hatine bombebarankirin.
ji 13`ê Hezîranê hata îro bi dehan kurd ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin û hîn jî girtin berdewam dikin. Hin ji wan kesên hatine girtin wendayîne û heta niha jî çarenûsa wan ne diyare.
Duh, careke din li çend bajarên cûdayên Rojhilatê Kurdistanê (Mahabad, Şîno, Pîranşar) şeş kes ji aliyê hêzên ewlehi yên Îranê ve hatine binçavkirin.
Perwîn El Eyo