Bi nêzîkbûna Cejna Newrozê re, kirîna cilûbergên Kurdewarî û amadekariyên Newrozê zêdetir dibe.
Welatiyên ji Başûrê Kurdistanê axivîn û bang li hemû kesan kirin ku bi cilûbergên resen yên Kurdî berê xwe bidin Newroza Qendîlê û peyama yekîtiyê bidin.
Xwediyê dikana cilên Kurdî Şêx Dilêr Eledîn bal kişand ser lixwekirina cilên Kurdî ku girîngiyek xwe ya çandî heye.
"Gelek guherînên li ser cilûbergên klasik yên Kurdî çêbûne.
Cihê kêfxweşiyê ye ciwan jî vegeriyane ser reseniya Kurdbûnê."
Şêx Dilêr Eledîn anî ziman ku ew Kurd in û divê bi Kurdî bijîn û bimirin.
"Lewma divê jin û ciwan vegerin ser reseniya cilûbergên Kurd, vê çanda resen ya Kurdbûnê biparêzin."
Naze Kiwêstanî jî got ku berxwedana Rojava bandoreke mezin li hemû Kurdan kiriye.
"Çawa eşqa welat û berxwedana Rojava ketiye hemû malan, bandor li ser zêdebûna çanda cilûbergên Kurdî jî kiriye.
Kurê min ji bo dilsoziya bi şervanan re cilûbergên şervanan ji bo Newrozê kiriye û wê li xwe bike.
Daxwaza me ji ciwanan ewe ku ne tenê di bîranîn û şahiyan de, hemû rojan cilên Kurdî li xwe bikin.
Newroza îsal ya Qendîlê wê bibe peyama yekîtiya her çar beşên Kurdistanê."
Naze Kiwêstanî herî dawî bang li her kesî kir ku tevlî Newroza Qendîlê bibin.
"Qendîl landika hemû şoreşên Kurda ye, tevlî Newroza Qendîlê bibin"
Çalakvanên siyasî yên ji Silêmaniyê jî têkildarî mijarê axivîn.
Çalakvana siyasî Zara Ehmed diyar kir ku Newroza îsal ji ya salên din cûdatir e, ji ber ku peyama aştî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo tevayî gelan, mirovahî û gelê Kurd re heye.
"Li gel vê de jî pêwîste Newroz li Qendîlê bê kirin ku sembola aştiyê ye.
Ji berku peyama gerîla û Rêber Apo ya ji bo aştiyê çavkaniya xwe ji wê digre."
Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Ronak Mecîd jî bi lêv kir ku Cejna Newrozê sembola serkeftina gelê Kurd a bi ser zilm û zordariyê de ye.
"Newroz ji bo gelê Kurd û xwezayê roja vejînê ye.
Peyama Newroza îsal peyama yekbûn û yekrêziyê ye.
Ji bo jinê Newroz wateyek hîn cûdatire û ji bona wê jin li her çar beşên Kurdistanê di nava amadekariyan de ne.
Ji bilî ku cejna nûbûnê ye, jin bi ciwaniya xweza û rengîniya cilûbergên xwe carek din nû dikin.
Em bang li hemû beşên civakê dikin ku tevlî Newroza Qendîlê bibin.
Çiyayê Qendîlê landika hemû şoreşên Kurda ye."