Cenazeyê Ehmed Huseynî ber bi Rojava ve hate şandin

Cenazeyê helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî ku li Swêdê jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê bi merasîmekê ber bi Rojava ve hate birêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bo helbestvan Ehmed Huseynî ku di 10'ê Adarê de li Swêdê ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû, li Navenda Kongreyê ya Çanda Amedê merasîm hate lidarxistin.

Rêhevalên Ehmed Huseynî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî û gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Darbesta helbestvanê Kurd bi rengên kesk û sor û zer hate xemilandin, wêneyên wî hatin nîşandan û qurnefîl danîn ser darbesta wî.

Piştî merasîmê cenazeyê Ehmed Huseynî ji bo ku di ser Deriyê Sînor ê Xabûrê re bê derbaskirin, ber bi Rojava ve hate şandin.

Tê payîn ku Ehmed Huseynî sibe bi merasîmeke girseyî dê li cihê jidayîkbûna wî were veşartin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye