Encamnameya konferansa navneteweyî ya bi sernavê “Şêx Seîd û Cemîyeta Azadî: Dîrok, Bîr û Îtîraza Kolektîf” ku li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin, hate eşkere kirin.
Di encamnameyê de bang hate kirin ku cihê gora Şêx Seîd û 47 hevalên wî bên eşkerekirin û mekanîzmayeke ku rû bi rûbûnê û aştiya civakî pêk bîne, bê avakirin.
Nîqaş û pêşkeşiyên di konferansê de hatin pêş xistin dan eşkere kirin ku serhildana 1925’an bûyerek dema borî bû lê meseleyek rastî, bîr û edelete bû ku îro bi awayên cuda berdewam dike.
Di encamnameyê de banga, avakirina mekanîzmayên aştiya civakî pêkan bike û rûbirûbûnê pêk bîne hate kirin.
Dev ji polîtîkayên berê berdin!
Di encamnameyê de hin xalên hatin destnîşankirin wiha ne:
1-Eşkerenekirina gorên Şêx Seîd û 47 hevrêyên wî ji bo hemû kesên wijdanî û mafên miravan yê gerdûnî neheqiyek cîdî ye. Nebûna gorekî tine hesibandina mirî ye û li ber şîna civakî, yadkirin û bîranînê digire.
2-Nebûna gorekî ne tenê mijarek fizîkî ye, ev di heman demê de ji bo tepisandin, kontrol kirin û paşguhkirina şîna kollektîf ya gel e. Ev hewldan ji bo bêrumetkirin û dane jibîrkirinê ya nasnameya kollektîf e. Ji bo wî jî di têkoşîna edelet û naskirina dîrokî de, daxwaza herî bingehîn û lêzgîn ya gelê Kurd yek jî ev e.
Vîna dewletê ya rûbirûbûna dîrokî tine ye
3-Rexmî ku hemû agahî di arşîvên dewletê de hene eşkerenekirina wê dide diyarkirin ku vîna rûbirûbûnê ya bi rabirdû û rastiyê re tine ye.
Destnîşan kirina cihên goran û vegerandina wan ya li malbatê erkeke sed saliyê ku hej nehatiye pêkanîn.
4- Pratîka bê gor hiştinê ne tenê bi Şêx Seîd û hevrêyên wî ve sînordare. Gelek kesayetên navdar ji bi heman aqûbetî re rûbirû hatine hiştin. Wek Geliyê Zîlan, Qetlîama Sasonê, Seyîd Riza û hevalên wî, Seîd-î Kurdî û rêberên di serhildanan de hatine qetil kirin jî bê gor hatine hiştin. Ev siyaset wek siyaseteke fermî di hemû serhildanên wê serdemê de hatine bikaranîn.
5- Yek ji şertên bingehîn ji bo aştiyekî bi gelê Kurd re rûbirûbûnekî bi rastî û dîrokê re ye. Ev bêrêziya li hember rêberên Kurd yên dîrokî li pêşiya aştiyekê mayînde astengiyêk cidî ye.
‘Cihên gorên rêberên Kurdan eşkere bikin’
6- Ji ber van sedeman bang li Komara Tirkiyê û saziyên perpirsiyar hate kirin ku gavên berbiçav yên jêrîn bavêjin:
“Cihên gorên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, Seyit Abdulkadir Nehrî, Şêx Şerîf, Yusuf Zîya, Reşoyê Silo, Şêx Resûl, Biroyê Heskê Têlî, Şêx Zahir û Seîd-î Kurdî, kesayetên ku ji bo gelê Kurd nirxên mezin ê dîrokî, sîyasî, çandî û sembolîk in” eşkere bikin. Dev ji nêzîkatiyêên bêrêzî û înkarker berdin.
Ji bo ku heqîqet derbikeve holê divê hemû arşîvên xwe ji raya giştî re vebikin.
Mekanîzmayên rûbirûbûna bi êşa rabirdûyê re saz bikin, rastiyê eşkere bikin, edaletê pêk bînin, wijdanan rehet bikin û aştîya civakî gengaz bikin.
Sed salin Ii hember siyaseta înkar, îmha, sêdare û tasfiyê serhildan berdewam dikin. Piraniya serhildanan bi sêdare û qetlîaman re bi dawî bûye.
Serhildana dawîn a Kurdan a di bin pêşengtîya Birêz Abdullah Ocalan de ku eve 52 sal in berdewam dike, niha li ser maseya muzakereyê ye. Bi vê munasebetê em bang li rayedarên dewleta Tirkiyeyê dikin ku dawî li siyaseta înkarê bînin, dev ji îmha û tasfiyeyê berdin, maf û rastiya gelê Kurd nas bikin.”
‘Aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan mimkun e…’
Di encamnameyê de bal li ser van mijaran hat kişandin û hat gotin: “Aşitî ne tenê bi bêdengkirina çekan mimkun e; lê di heman demê de bi dayina mafê zindiyan, dîtina cihekî ji bo miriyan, naskirina bîranînên wan, dayina mafê wan û rûbirûbûneke bingehîn bi rastiya rabirdûyê re mimkûn e.”
Banga tevlîbûna mîtînga mezin
Piştî ragihandina encamnamê li ser navê komîteya amadekar Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Şevket Çakir banga tevlîbûna mîtînga ku wê îro ji bo bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî li bajarê Koln ê Almanyayê were lidarxistin kir.