Dayîka Şemiyê Emîne Ocak a 86 salî bi sedema kirîza dil li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Emîne Ocak ji bo aqûbeta kurê xwe Hasan Ocak nas bike, yê ku ji sala 1995`an ji aliyê Hêzên Ewlekariya Tirkiyê ve hatibû binçavkirin û pişt re hatibû windakirin, bi salan têkoşîn meşand da ku berpirsên wendakirina kurê wê bêne cezakirin.
Di daxuyaniyeke nivîskî de, Dayîkên Şemiyê anîn ziman ku ew bi xemgîniyeke mezin mirina Emîne Ocak radigihînin, ku ew bi xwe jî yek ji dengê herî bi hêz ê têkoşîna edalet û heqîqetê bû. Emîne Ocak bi wêrekî, israr û biryardariya xwe dihat naskirin.
Li gor daxuyaniyê, dê dema marasîmê cenazeya wê pişt re bê ragihandin.