Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Êdî dema avêtina gava siyasî û hiqûqî ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku qonaxa duyemîn a pêvajoyê gavên siyasî û hiqûqî ye û bang li dewlet kir ku berpirsyartiya xwe bicih bîne. Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî bang li dewletê kir ku di demekî lez de gavên hiqûqî û siyasî bavêje. Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiyê (TBMM) Numan Kurtulmuş jî wiha got: “Em ê bikevin serdemeke nû ku tenê dê li ser demokrasî û ramanan nîqaş werin kirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevgera Azadiyê ya Kurd, duh bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK`ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew hêzên xwe ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê vedikişînin Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Di derbarê vê vekişînê de jî Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li Enqereyê, daxuyaniyê dan.

“Biryara vekişînê îfadeya herî şênber a biryardariya di rêya aştiyê de ye”

Bakirhan da zanîn ku ev biryara vekişînê, îfadeya herî şênber a biryardariya di rêya aştiyê de ye.

Gava, baweriya bêdawî ya bi çareseriya demokratîk û siyasî ye.

Biryara duh, ne tenê vekişîn e, lê gaveke xurt a ber bi pêşerojeke demokratîk ve ye.

Ev gav qezenckirina sedsala pêşiya me ye.

“ Di biryara duh de rola Birêz Ocalan pir mezin e”

Tuncer Bakirhan anî ziman ku hem biryara duh hatiye ragihandin hem jî di avêtina gavên din de rola biryardariya birêz Ocalan pir mezin e û vîzyona wî ya aştiyê rê li ber vê vekir.

Di şert û mercên herî giran de jî her tim helwesta wî li gel çareseriya siyasî bû.

Di qonaxa em gihiştinê de jî hewldan, pêşdîtin, israr û rola avakirina aştiyê ya birêz Ocalan diyarker e.

Ji vê pêvajoyê ne tenê aliyek lê aliyê dewlet û îktîdarê, burokrasiya ewlehiyê, pergala darazê û hemû avadaniya sazûmaniyê jî berpirsyar e.

Tulay Hatîmogûllari: Gava hatiye avêtin ji bo demokratîkbûna komarê firsend e

Di heman demê de jî Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku ew di dîroka siyasî ya Tirkiyê de şahidiya kêliyeke pir kêmî caran tê dîtin dikin.

“Ev kêlî, ne tiştekî rasthatî ye.

Berhema îradeyeke saxlem a bi dehan salan e didome û berhema keda wê ye.

Em niha derbasî qonaxeke nû dibin.

Peywira me tevan a niha ew e ku em vê zemînê bi hûr û kûr birêsin û Tirkiyeke demokratîk bi hev re ava bikin.”

“ Divê dewleta gavên hiqûqî û siyasî bavêje”

Tulay banga li dewlet û îktîdarê kir ku bi qonaxa nû ya pêvajoyê re bin.

Bilez gavên siyasî û hiqûqî ji bo pêşketina pêvajoyê biavêjin.

Divê êdî dengê civakê were bihîstin.”

“Xala ku em îro gihîştine encama xebata bi salan e”

Her wiha Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiyê (TBMM) Numan Kurtulmuş jî di derbarê vekişîna gerîla ji Tirkiyê daxuyaniyek da.

Xala ku em îro gihîştinê encama xebata bi salan a gelek welatan e.

Bi devjêberdana bi tevahî ya çekan, em ê bikevin serdemeke nû ku tenê dê demokrasî û raman werin nîqaşkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye