Di çarçoveya 77'emîn salvegera rojbûna Abdullah Ocalan de, Rojên Festîvala Amarayê yên ku bi dirûşma "Bi Rêbertiya Azad re, Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk" hatine organîzekirin, hatine lidarxistin.
Festîvala ku li Parka 4'ê Nîsanê ya li navenda Xelfetiyê ya Rihayê, Bakurê Kurdistanê pêk hat, bi fînalên tûrnûvaya voleybolê ya jinan û tûrnûvaya futbolê ya mêran berdewam kir.
Di qada voleybolê ya ku li qada festîvalê ya li Parka 4'ê Nîsanê hatibû sazkirin de, tîmên Amara û Rahîmeyê hatine pêşberî hev.
Di pêşbirka voleybolê de ya ku gel elaqeyeke mezin nîşan wê daye, tîma Amarayê bi ser ket.
Piştre tîma Amara û tîma Rihayê hatine hemberî hev, dîsa tîma Amarayê bi ser ket û madalya radestî tîma serkeftî hatine kirin.
Di çarçoveya Festîvala Rojên Amarayê de, yek ji çalakiyên din ên girîng jî tûrnûvaya futbolê bû.
Fînala tûrnûvaya futbolê ya ku ev 3 roj in berdewam dike, li Goganê hat lîstin.
Tîma Sporê ya Berxwedana Zindanê ya 30 Salî û RÎHA DEKUP hatine pêşberî hev.
Pêşbirk ji aliyê Tîma Berxwedana Zindanê ya 30 Salî ve hat qezenckirin.
Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş kûpa dan tîma serkeftî.
Piştî bernameya tûrnûvayê, Koma Govendê ya Amedê daket qadê û govend gerand.
Piştî bernameyan, festîval bi axaftinan berdewam kir.
Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Festîvala Rojên Amarayê de axivî.
Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha got:
"Gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe û ji bo azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan ku pêşengiya vê meşê dike, dê behtir li qadan be.
Ya ku em pîroz dikin ji nû ve zayîna me hemûyan e."
Veysî Aktaş: Divê êdî qanûn bên çêkirin û rêber Apo azad bibe
Her wiha Veysî Aktaş di festîvalê de rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got:
"Heke çareseriyê ango biratiyê dixwazin, divê qanûnan derbixînin.
Ji bo vê jî destûreke nû şert e.
Şansekî min ê herî mezin ew bû, ku 10 salan bi Serok Apo re di heman girtîgehê de mame.
Ew xeyala hemû Kurdan e, ku li cem Serok Apo bin.
Îro roja hilweşîna trajediya gelê Kurd e.
Serokatî cesareta çareseriya pirsgirêka Kurd nîşanî me da.
Êdî dem hatiye ku dewlet qanûnan çêbike, heke çareserî û biratiyê dixwazin divê qanûnan derbixînin. "
Piştî axaftina Veysî Aktaş, hunermendê Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (NÇM) Erhat, derket ser dikê û bi stranan coş da girseyê û Festîval bi stranan bi dawî bû.