Di marasîmê de endamê Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Telal El Şêx axivî.
Telal El Şêx diyar kir ku Cîgerxwîn tevahiya jiyana xwe ji bo gelê Kurd û serxwebûna Kurdistanê bûrandiye.
Piştre keça Cegerxwîn Bonya Hesen axivî û wiha got:
"Bi navê malbata Cegerxwîn ji Sitockolmê heta Qamişloyê silavan dişînim û serkeftinê ji were dixwazim.
Wêje erkekî neteweyî ye."
Her wiha hunermend Beha Şêxo û Ebdilrehman Elo hin stranên bi gotinên Cegerxwîn pêşkêş kirin.
Di dawiyê de jî helbestvanên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê, helbestên Cîgerxwîn ên bi navê "Şeva Hicran, Jîn û Hebûn" xwendin.