Heyeta Îmraliyê wê bi Erdogan re hevdîtinê bike

Cîgira Seroka Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît eşkere kir ku hevdîtinek di navbera DEM Partiyê û Serokkomar Tayyip Erdogan tê plankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgira Seroka Koma DEM partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît beşdarî bernameya Dema Gotûbêjê ya Îlke TV bû.

Di bernameyê de Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û got:

" Girîngtir e ku hem şandeya me ya Îmraliyê û hem jî dibe ku ofîsa çapemeniyê ya Serokkomar civînê ragihînin, lê planeke wisa tê çêkirin."

Wek tê zanîn Şande ev cara sêyemîn e ku wê bi Erdogan re bicive. Hevdîtina yekem di 10'ê Nîsanê de li Qesra Serokkomariyê ya li Beştepeyê pêk hatibû, ya duyemîn jî di 7'ê Tîrmehê de pêk hatibû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye