Tulay Hatîmogullari: Astengkirina hevdîtinan, xitimandina pêvajoyê ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari di civîna gel de nirxandinên girîng kir. Tulay Hatimogullari bal kişand li ser rola Rêber Apo û destnîşan kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê pêwîste şert û mercên Rêber Apo ya azad xebitîne were avakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

DEM Partî di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de hevdîtinên gel li dar dixe.

 

Doh di civîna li Edeneyê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari nirxandinên girîng di derbarê pêvajoyê de kir.

 

Tulay Hatimogullari gotina Rêber Apo ya; “Niha dora çareserkirina pirsgirêka Kurd a li ser zemîna siyasî û hiqûqî ye” bi bîr xist û got: “Heta Tirkiye demokratîk nebe ne Kurd, ne Ereb, ne Ermen, ne jî Laz û Çerkes dikarin mafên xwe bigirin."

 

Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari bi lêv kir ku yek ji kirdeya herî girîng a Banga Aştî û Civaka Demokratîk jin in û ev nirxandin kir: “Birêz Ocalan di her hevdîtina xwe de bal kişand ser azadiya jinê. Em dibêjin dê jin bibin pêşengên aştî û demokratîkbûnê.”

 

Tulay Hatimogullari li hember operasyonên li dijî CHP jî bertek nîşan da û ev tişt anî ziman: “Em bang li desthilatê dikin ku li Meclisê komîsyonekê ava bikin û kîjan şaredariyê nelirêtî kiribe bila derxîne holê. Lê divê li hemû şaredariyan vê bikin. Hedefgirtina şaredariyên muxalefetê zirarê dide pêvajoyê.”

 

'Ji bilî aştiyê tu reyên me nînin'

 

Tulay Hatimogullari diyar kir ku pêwîste komîsyon gavên şenber bavêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bû mehek ku bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin nayên kirin. Divê komîsyon tavile bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Astengkirina hevdîtinan û vehêlandina wan, xitimandina pêvajoyê ye. Vî jî gelên Tirkiyê naxwazin.

 

Hêviyên gel ên ji komîsyonê zêde ne. Entegrasyona demokratîk, yasayên azadiyê, yasaya înfazê hwd. Her wiha li benda yasaya aştiyê ya taybet e. Ji bilî aştiyê tu rêyên me nînin.”

 

Tulay Hatimogullari di dawî de destnîşan kir ku komîsyona ji bo avakirina aştiyê hatiye avakirin pêwîste li gor misyona xwe kar bike û qedexeya ziman bi tu avayî nayê qebûlkirin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24