Eyal Zamîr diyar kir ku divê Îsraîl, ji derfeta heyî sûdê bigirin û peymanekê ji bo azadkirina dîlgirtiyan Îsraîlê, îmze bikin.
Zamîr destnîşan kir ku her gavek ber bi dagirkirina tevahiya Xezzeyê, wê jiyana dîlgirtiyan bixe xetereyek mezin.
Li gorî Raportên medyayê, endamên rastgir ên hikûmeta Netanyahu bi tundî li dijî rêkeftinekê bi Hemasê re ne.
Wezîrê paristinê Îsraîlê ya berê Benny Gantz, pêşniyar kir ku hikûmetek ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan , ji bo şeş mehan were avakirin, da ku rêkeftinek pêk were.
Ji aliyê xwe ve, Hemas pişniyara agirbestek 60 rojî kir û da xuyakirin ku di dema wê de, 10 dîlgirtiyên Îsraîlê, wê li hember girtiyên Filistînî werin berdan.