Li Dêrazorê komeke çekdar êrîşî xaleke leşkerî ya QSD`ê kir

QSD`ê bersiva êrîşeke komeke çekdar a girêdayê hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li Dêrazorê da û daxwaz ji hikûmetê kir ku endamên xwe kontrol bike û van êrîşan bi dawî bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di derbarê vê êrîşê de, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk daxuyaniyek weşand.

 

Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz, êrîşî xaleke Hêzên Meclisa Kesra ya Leşkerî li bajarokê Cinîna yê gundewarê rojavayê Dêrazorê kirin.

 

Li gor daxuyaniyê, komên çekdar bi çekên BKC û balafireke bêmirov êrîş kirin, lê şervanên QSD`ê bersiva êrîşê dan, di encamê de gelek ji wan çekdaran birîndar bûn û 5 şervanên QSD jî birîndar bûn.

 

Navenda Raighandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk li hember vê êrîşê, Hikûmeta Şamê wek berpirs dest nîşan kir û bang li Hikûmetê kir ku endamên xwe kontrol bike û êrîşên wan rawestîne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24