Her ku diçe şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de dijwartir dibe.
Vî şerî bandoreke mezin li Başûrê Kurdistanê jî kiriye.
Li gor nûçeya Malpera AXIOS ya Amerîkî, rojek piştî despêkirina êrîşa Îsraîl-Amerîkayê ya li ser Îranê, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê bi Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî û Serokê YNK’ê Bafil Talebanî re axiviye.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku peywendiya telefonî piştî wê yekê hatiye ku Serokê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu ji Trump re gotiye "Kurd dikarin roleke girîng di hêza bejahî ya ji bo guhertina rejîma Îranê de bilîzin."
Her wiha hatiye gotin ku ev peywendiya telefonî di encama mehekê ya hewldanên Netenyahu ji bo îqnakirina Trump a li ser vê mijarê de pêk hatiye.
Li gor nêrîna çavdêran, ev hewldan di çarçoveya nexşeya êrîşeke nû ya bejahî ya li ser Îranê tê dîtin ku Amerîka û Îsraîl amadekariyan jê re dikin.
Lê ne diyar e, Trump ji Barzanî û Talebanî çi daxwaz kiriye û di çi astê de dixwaze Herêma Kurdistan tevlî bike.
Yan jî bersiva Barzanî û Talebanî çibû nayê zanîn.
Li Hewlêrê êrîşek li baregeha PAK’ê hate kirin
Îranê bi dron û mûşekan bargehên partiyên Kurd kiriye hedefa xwe.
Duh bi şev li Hewlêrê, Îranê bi dronên xwekuj êrişî baregeha Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) kir.
Hate ragihandin ku dema êriş pêk hatiye, hêzên leşkerî yên PAK’ê li baregeha xwe bûn.
Li gorî dîmenên hatine parvekirin, agir girtiye baregehê û heta niha têkildarî ziyanên canî ti agahî nehatine girtin.
Bi dronan êrişî Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêr hate kirin
Duh di saetên şevê de jî Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê bû hedefa dronên xwekuj yên Îranê.
Hate ragihandin ku Îranê bi dronên xwekuj êriş bir ser Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê.
Hate ragihandin bi qasî 7 caran Îranê bi dronan êriş pêk aniye.
Êriş ji aliyê sîstema parastinê ve hate têkbirin.
Dengê têkbirina dronan li seranserî Hewlêr hate bihîstin.
Koma Berxwedana Îslamî berpirsyariya êrişên dronî yên li Hewlêrê girt ser xwe
Li aliyekî din jî Koma "Seraya Ewliya Dem"ê ku yek ji pêkhateyên "Berxwedana Îslamî ya li Îraqê" ye, îro serê sibehê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de berpirsyariya êrişên dronî yên li ser Hewlêrê girte ser xwe.
Komê di daxuyaniyê de ragihand ku wan bi rêya "komek dronan" baregeha hêzên Amerîkayê ya li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kiriye armanc.
Şeva 3'yê Adarê û vê sibehê, bi zêdetirî 5 dronan êrişî Hewlêrê hatin kirin.
Ew dron bi rêya pergala parastina asmanî hatin teqandin û parçeyên wan li navçeya Behirke û navçeya Kesnezanê li çend cihên sivîlan ketin xwarê.
Komê ragihand ku wan ev êriş wekî tolhildana kuştina hinek ciwanên Îraqî yên di êrişên Amerîka û Îsraîlê de pêk aniye.
Her wiha wan diyar kir ku ev êriş ji bo tola kuştina Rêberê Bilind ê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ye.
Êrîşek li ser avahiya NY ya berê ya li Silêmaniyê hate kirin
Duh jî êrîşek li avahiyeke berê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Girê Rîaye ya Silêmaniyê hate kirin.
Nayê zanîn êrîş ji aliyê kê yan kîjan komê ve hatiye kirin.
Heta niha saziyên ewlekariyê li ser mijarê ti daxuyanî nedane.
Derbarê ziyanan de jî tu agahî nehatine girtin.