Duh êrîşek li dijî xaleke Pêşmergeyan li navçeya Spîlkê ya girêdayî Xelîfanê, li parêzgeha Hewlêrê pêk hat.
Tê de, 6 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 45 jî birîndar bûn.
Ev êrîş di nava gelê Kurd de, bû cihê nerazîbûn û şermezarkirinê.
Li Başûrê Kurdistanê gelek daxuyanî hatin dayîn.
YNK: Herêma me ti carî nebûye parçeyek ji şer
Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî peyamek belav kir.
Talebanî êrîş şermezar kir û sersaxî ji malbatên Pêşmergeyan re xwest û got:
"Armanckirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, binpêkirina serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ye.
Em daxwazê ji Hikûmeta Iraqê û civaka navneteweyî dikin ku bikevin nava hewldanan, da ku pêşî her cure êrîşeke wiha bigirin."
Talebanî dest nîşan kir ku ti carî herêma wan nebûye parçeyek ji vî şerî, berovajî wê, tim ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane û aramiya li herêmê, xebatên dîplomasîyê meşandiye.
Komaw êrîşa li dijî Pêşmergeyan şermezar kir
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) jî di daxuyaniya xwe de êrîş bi "xemgînî û hêrseke kûr" pêşwazî kir.
Komeleyê got ku zilm û binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Kurdan berdewam in û ev êrîş hêviya aştî û jiyana hevbeş hedef digirin.
KOMAW’ê diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo aştî, rûmeta mirovan û xwişk-biratiya gelan bidomînin.
Dem Partî: Gelê Kurd ji bo aştiyeke bi rûmet her dem têkoşiyaye
Ji Bakurê Kurdistanê jî gelek daxuyanî derketin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partîyê bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kir.
DEM Partîyê da zanîn ku ev êrîşên ku armanca wan kişandina erdnîgariya Kurdistanê, bo nava şer û pevçûnan, dê ti carî negihêjin armanca xwe.
DEM Partiyê eşkere kir ku gelê Kurd ji bo aştiyeke birûmet her dem têkoşiyaye û dê têkoşîna xwe bidomîne.
DEM Partîyê bang li hêzên cîhanê kir ku li hemberî van êrîşên li ser Kurdan helwesteke eşkere û bibiryar nîşan bidin.
26 Partiyên Rojava: Nakokiyên xwe derbas bikin û yekîtiya xwe saz bikin
Li Rojavayê Kurdistanê jî 26 partî û rêxistinên siyasî yên Kurd bi daxuyaniyeke hevbeş êrîş şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku vê dawiyê Kurdên li Kurdistanê rastî êrîşên ku armanca wan qirkirin bû, hatin.
Partî û rêxistinan bang li hemû kes, rêxistin û partiyên eleqedar kirin ku nakokiyên xwe derbas bikin û yekîtiya xwe saz bikin.
Hêzên Rojhilatê Kurdistanê êrîş şermezar kirin
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir.
Hevpeymaniyê bang li welatên hevpeyman û civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên Îranê bisekinin.
Hevpeymaniyê her wiha xwest ku ew li hemberî binpêkirina serweriya siyasî ya Herêma Başûrê Kurdistanê xwedî helwest û bertekên bilez bin.