Neîm Qasim Îsraîl wekî dijminê ku axa wan dagir dike û rojane êrîşî wan dike bi nav kir.
Qasim pêşniyara serokê Libnanê ya dan û standina rasterast bi Îsraîlê re red kir.
Sekreterê Giştî yê Hizbulahê bang li Hikûmeta Libnanê kir ku qedexeya li ser çalakiyên leşkerî yên Hizbulahê rake û wiha got:
"Pêşniyara Hikûmetê ya kontrolkirina çekan ji bo têrkirina daxwazên Îsraîlê di demekê de ye ku dagirkerî û êrîş berdewam dikin, gavek ber bi wêrankirina Libnanê ve ye."
Neîm Qasim tekez kir ku Hizbulah amade ye şer bidomîne û pêşbînî kir ku Îran dê di şerê bi Amerîka û Îsraîlê re bi ser bikeve.