"Îranê pêşniyara Amerîkayê ya ji bo rawestandina şer red kir"

Kenalên ragihandinê yên fermî yên Îranê belav kirin ku Tehranê pêşniyara Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer red kiriye. Rayedarên Îranê daxwaza naskirina serweriya welatê xwe li ser Tengava Hurmizê dikin û vê yekê wekî "mafê xwe yê xwezayî û yasayî" dibînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Televîzyona Dewleta Îranê roja çarşemê ragihand ku Tehranê pêşniyara Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer red kiriye.

 

Beriya vê yekê jî, Reutersê belav kir ku berpirsekî paye bilind ê Îranê ragihandiye ku bersiva destpêkê ya welatê wî ji bo pêşniyara Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer "ne pozîtîf bû”.

 

Roj sêşemê, rojnameya New York Times`ê da xuyakirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêşniyarek ji 15 xalan ji bo bidawîanîna şer pêşkêşî Îranê kiriye ku tê de sînordarkirinên tund li ser bernameya nukleerî ya Tehranê û vekirina Tengava Hurmizê hebûn.

 

Îranê daxwaza naskirina serweriya xwe ya li ser Tengava Hurmuzê kir

 

Press TV ya Îranê jî,  da zanîn ku Îran naskirina serweriya xwe ya li ser Tengava Hurmizê wekî "mafê xwe yê xwezayî û yasayî" dibîne.

 

Ev jî piştî wê yekê tê ku Tehran pêşniyara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo bidawîanîna şer nirxand û şertên wê zêde dît.

 

Li gorî New York Times`ê ev yek jî bi rêya Pakistanê ji rayedarên Îranê re hatiye şandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye