Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê berdawm e û Îran jî êrîşê xwe yên li dijî Welatên Kendavê didomîn e.
Îro berdevkê Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî Turkî El-Malikî ragihand ku wa 28 dron li cih û deverên cûda xistine xwarê.
Wezareta Parastinê ya Îmaratê: Em bi mûşekên îranî re rû bi rû ne
Her wiha Wezareta Parastinê ya Îmaratên Yekbûyî yên Erebî îro diyar kir ku niha berevaniya wan a asmanî bi mûşekên Îranî re rû bi rû mane.
Wezareta Parastinê ya Îmaratê duh bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê X'ê eşker kir ku berevaniya hewayî ya Îmaratê 6 mûşekên balîstîk, 7 mûşekên krûz û 39 dronên ku ji Îranê hatibûn avêtin asteng kirin û wiha lê zêde kir:
“Ji destpêka êrîşê ve berevaniya hewayî ya Îmaratê 268 mûşekên balîstîk, 15 mûşekên krûz û 1514 dron asteng kirine.”
Li Kuweytê ji ber êrîşa droneke ji aliyê Îranê ve agir bi avahiyekê ket
Di heman demê de Îro Berdevkê fermî yê Hêza Agirkujiyê ya Kuweytê Mihemed El-Xerîb destnîşan kir ku vê sibê ji ber êrişa droneke ji aliyê Îranê ve agir bi avahiyeke ya niştecihan ketiye.
Mihemed El-Xerîb anî ziman ku Tîmên agirkujiyê agir vemirandin û di encama êrîşê de 2 kes birîndar bûn.
Duh hêzên Îranê bi 2 dronan êrîşî Umanê kirin
Duh Li Umanê jî Hêzên Îranê bi 2 dronan êrîşî Bendera Sulale ya li Umanê kirin.
Yek ji dronan hate xistin û ya din jî li tankereke petrolê ket û teqiya.
Di encama teqîna dronê de şewatek mezin li cihê êrişê derket lê tu ziyanên canî çênebûn.
NY êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendavê û Urdunê şermezar kirin
Li aliyekî din jî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî duh di rûniştineke taybet bi rewşa Rojhilata Navîn de biryarek pejirand ku êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendavê û Urdunê şermezar dike.
Ji 15 welatên endam 13 ji bo biryarnameyê deng dan, lê Rûsya û Çîn bê alî man.