Îranê kuştina generalekî xwe yê din ragihand

Ajansa Faris a Îranê ragihand ku fermandarê Hêza Fezayî ya Muhafizên Şoreşa Îranê Îsmaîl Dehqan, di encama êrîşên Amerîka-Îsraîlê de hatiye kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyên Îranî, diyar kirin ku kuştin di dema operasyoneke leşkerî ya hevbeş a Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de roja sêşemê serê sibê li bajarê Arak yê Îranê, pêk hatiye.

 

Li gorî Tesnîm ajansa Îranê, ku di vê êrîşê de, hevjîna Îsmaîl Dehqan û dayîka wê jî hatiye kuştin her wiha lawê wî jî birîndar bûye.

 

Her wiha Merasîma cenazeyê wî roja çarşemê li bajarê Arak hate lidarxistin.

 

Berê jî Artêşa Îsraîlê di 10`ê Adarê de ragihandibû ku wan di encama oprasyonekê de, li bajarê Arakê berpirsekî mezin yê Îranê kuştiye.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye