Partiya Komarê ya Gel (CHP) li hember betalkirina doza kongreyên xwe kongreya xwe ya Awarte ya 22'emîn li Navenda Çand û Kongreyê ya Nazim Hîkmet bi tevlî bûna hezar û 127 delegeyan pêktîne.
Li gorî rêziknameya partiyê di kongreyê de serokê giştî yê partiyê, meclîsa partiyê ya 60 kesî û lijneya bilind ya disîplînê ya 15 kesî dengdayîna baweriyê bê kirin.
Tê payîn ku li kongreyê li hember Serokê CHP'ê Ozgur Ozel namzetek din dernekevê.
Tê gotin ku li hember îhtîmala kêmasî derkeve hemû lîste û endamên ku tevlî dibin bi baldarî hatiye amedekirin û piştî kongreyê wê dosya ji Mahkemeya Asliye Hiqûqê ya 42'emîn ya Enqerê re bê şandin.
kongre îro di saet 10:00'an destpê bike.