Brîtaniyayê dest bi mîsyona parastina hewayî li ser Polonyayaê kir

Balafirên şer ên Brîtaniyayê dest bi mîsyona parastina hewayî ya NATO`yê li ser Polonyayê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta Brîtanî eşkere kir ku balafirên wan ên şer, yekem firîna berevaniya asmanî ya NATO`yê li ser Polonyayê pêk anîn.

Wezîrê Parastinê yê Brîtaniyayê John Healey diyar kir ku mîsyona piştî destwerdanên nav qada hewayî ya Polonyayê ji aliya Rûsyayê ve hatibû kirin, pêk hat.

Her wiha Brîtaniyayê bi vê yekê peyamek zelal ji Rûsyayê re dişîne û detnîşan kir ku divê qada hewayî ya NATO were parastin.

Ji aliyê xwe ve jî, Fermandariya Artêşa Polonyayê ragihand ku balafirên Polonî û yên hevalbendên wan li qada hewayî ya Polonyayê digerin.

Her wiha fermandariyê da xuyakirin ku pergalên parastina hewayî yên li erdê û pergalên keşfê yên radarê di rewşa hişyariya herî zêde de ne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24