Li gorî wê peymanê, Çînê ragihand ku ew ê dest bi sivikkirina qedexeya hinardekirinê ya li ser çîpên komputerên otomobîlan bike, ji bo hilberîna otomobîlên cîhanî girîng in.
Her du welatan li ser hinardekirina soya ya Amerîkayê, dabînkirina madenên erdên kêm û materyalên ku di hilberîna dermanê fentanîl de têne bikar anîn lihevkirinek pêk anîn.
Li gorî peymanê Amerîka qebûl kir ku bacê xwe li ser dentanîl ji sedî 20 kêm bike ji sedî 10.
Çîn dê îtxalata soya û berhemên din ên çandiniyê yên Amerîkayê ji nû ve dest pê bike.
Amerîka eşkere kir ku Çînê soz daye di vê demsalê de 12milyon ton soya û di 3 salên pêşî de herî kêm 25 milyon ton salane derbas bike.
Ev peyman şerê bazirganiyê yê zêdebûyî yê di navbera her du welatan de piştî ku Trump dest bi kar kir, baca li ser Çînê ferz kir, bêbandor dike.