Serokê Amerêka diyar kir ku ev peywendiya telefonî, ji ya yekem berhemdartir bû û da zanîn ku tîmên ji Washington û Moskovayê dê hefteya bê bicivin.
Trump li ser malpera “Truth Social” derbarê peywendiya bi Putin re got: “Di dawiya pêwendiya telefonî de, me li hev kir ku hefteya bê di navbera şêwirmendên payebilind de civînek çêbibe.”
Piştî wê ez û serok Pûtîn dê li Budapesta Macaristanê, bicivin. Lê Trump roja hevdîtina xwe diyar nekiriye.
Ev peywendî rojek berî serdana Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ya Qesra Spî û di demekê de ku Trump li ser çekdarkirina Ûkraynayê bi mûşekên Tomahawk ên ku dikarin li kûrahiya Rûsyayê bixin, pêk hatin.