Yisrael Katz: Mirina fermandarê Hemasê Mihemed Ewde eşkere kir

Duh artêşa Îsraîlê li Xezeyê êrîşeke hewayî li dijî fermandarekî Hemasê Mihemed Ewde pêk anî. Îro hem Îsraîlê, hem jî Tevgera Hemasê kuştina Mihemed Ewdê eşkere kir. Mihemed Ewde, li Xezeyê, fermandarê çarem ê baskê leşkerî yê Hemasê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsraîl êrîşên xwe yên li dijî Tevgera Hemasê didomîne.

Îsraîlê ragihand ku fermandarê nû yê baskê leşkerî yê Hemasê Mihemed Ewde di êrîşa li ser Xezeyê de hatiye kuştin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro bi postekê li ser hesabê xwe yê X’ê got:

"Me sond xwariye em ê her kesê ku êrîşa 7’ê cotmehê bi rê ve biriye, bikujin û em ê vê bikin.

Ew hemû li her devera ku lê bên dîtin, mehkûmî mirinê ne."

Her wiha Yisrael Katz destnîşan kir ku "plana koçberiya dilxwazî ​​ji Xezeyê di dema guncaw de û bi awayekî guncaw dê were bicîhanîn."

Katz got ku Îsraîlê "soz daye ku Hamas dê Xezeyê ne bi sivîl û ne jî leşkerî, bi rê ve nebe û ev yek dê bibe."

Netanyahu: Artêşa Îsraîlê êrîşeke asmanî li dijî Mihemed Ewde pêk anî

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê duh di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Xezeyê êrîşeke hewayî li dijî Mihemed Ewde pêk aniye.

Benjamin Netanyahu destnîşan kir ku Ewde di dema êrîşa 7’ê cotmehê de wekî serokê dezgeha îstîxbaratê ya Hamasê kar kiriye, berî ku li şûna Îzeddîn Heddad wekî fermandarê baskê leşkerî were erkdarkirin.

 

Hemasê kuştina fermandarê xwe Mihemed Ewde ragihand

Tevgera Hemasê jî bi daxuyaniyekê li ser platforma xwe ya Xˊê ragihand ku di êrişeke asîmanî ya Îsraîlê li Şerîda Xezayê de fermandarê nû yê baska wê ya leşkerî Mihemed Ewde hate kuştin.

Tevgerê diyar kir ku Mihemed Ewde tevî hevjîn û 2 zarokên xwe hatine kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye