Li gorî daxuyaniya ku ji hêla Fermandariya Başûr a Amerîkayê ve li ser platforma "X" hatî parvekirin, zanyariyên piştrastkirî yên îstîxbaratî nîşan dane ku qayîqa navborî bi awayekî çalak di karên qaçaxçîtiya maddeyên hişber de dihat bikaranîn. Di encama vê operasyona leşkerî de, 4 kesên ku artêşê wekî "terorîstên maddeyên hişber" bi nav kirine, hatine kuştin.
Ev êrîş di çarçoveya kampanyayeke berfireh a leşkerî ya Amerîkayê de pêk tê, ku torên qaçaxçîtiya maddeyên hişber li Deryaya Karîbê û rojhilatê Okyanûsa Paskîf armanc digre. Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê diyar dikin ku wan di mehên borî de jî operasyonên wiha li dijî qayîqên ku li ser rêyên naskirî yên qaçaxçîtiyê tevdigeriyan, pêk anîne.