Li nêzî Yemenê keştiyek wergeriya 76 koçber xeniqîn

Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê ragihand ku 76 koçberên Afrîkayî di encama bin av bûna keştiyekê de, jiyana xwe ji dest dane û 74 kes jî wendayî ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Mîsyona Rêxistina Navdewletî yê li Yemenê Ebdelsetar Îsweyf ji Associated Press`ê re, da zanîn ku keştiya ku 157 koçberên Etiyopî radikirin, roja yekşemê li parêzgeha Ebyenê li hember peravên Yemenê wergeriya û ket bin avê.

 

Îsweyf da zanîn ku tenê 12 kes zindî mane û termên 54 kesan bi pêlên avê re, gihiştibûn perava navçeya Xûnfir ya Yemenê û li cihekî din jî termên 14 kesan hatin dîtin.

 

Asayişa parêzgeha Ebyenê di daxuyaniyeke fermî de, diyar kir ku ji bo dîtin û derxistina termên koçberan hêzên wan di nav liv û tevgerê de ne.

 

AFPê jî li ser zimanê Polîsê Ebyenê da bû xuyakirin ku Keştî di qaçaxî gihiştibû nêzî peravên herêmê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye