Kîev: Rusyayê di şevekê de 850 êrîş pêk anîn

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky got ku Rûsya agirbesta yekalî ya ku di pîrozbahiyên 9ê gulanê de ragihandiye, qebûl nake û bi gotinên tund rexne li Moskovayê kir. Kîevê da zanîn ku Rûsyayê tevî agirbestê, di şevekê de 850 êrîşên bi dronan pêk anîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam dike.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky daxuyaniyek da û diyar kir ku Moskovayê têkildarî agirbesta du rojan "gaveke biçûk a sembolîk jî neavêtîye."

Zelensky li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyanî da û wiha axivî:

"Weke ku me di nava 24 saetên dawî de kir, Ûkrayna wê îro jî bi heman rengî bersivê bide."

Her wiha artêşa Ûkraynayê diyar kir ku li derveyî xeta eniyê li herêmên cuda yên welat 56 dronên Rûsî xistine.

Rêveberiya Kîevê ragihand ku hêzên Rûsyayê şeva borî bi tevahî 850 êrîşên bi dronan pêk anîye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku di navbera nîvê şevê û sibehê de 264 dronên Ûkraynayê xistine xwarê.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, êrîş bi giranî li ser Moskovayê û bi dehan herêmên din jî pêk hatin û ev êrîş hatin têkbirin.

Moskovayê di dema pîrozbahiyên Roja Serkeftina Sovyetê de hişyarî da êrîşeke muhtemel ên Ûkraynayê û ji sivîl û dîplomatan xwest ku ji Kîevê derkevin.

Her wiha Karbidestên Rûsî hişyarî dan ku ger êrîşeke wisa çêbibe, ew ê bersivê bidin.

Ûkraynayê êrîşî tesîseke petrolê kir

Li aliyekî din jî Ûkranyayê ragihand ku wan li tesîsa petrolê ya li herêma Yaroslavlê xistiye.

Ev herêm jî rafineriyeke mezin a petrolê vedihewîne.

Her wiha Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky li ser Telegramê daxuyanî da û got:

"Êrîşên dûr ên Ûkraynayê di bersiva êrîşên Rûsyayê yên li ser bajar û gundên Ûkraynayê de, berdewam dikin."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye