Di daxuyaniyeke kurt a wezaretê de hat diyarkirin ku dronên êrîşkar êvara Çarşemê li başûr û rojhilatê herêma Odessayê li du keştiyên barhilgir dane.
Li gorî daxuyaniyê, ev keştî ji bo gihandina alîkariyên serbazî ji artêşa Ukraynayê re dihatin bikaranîn.
Ev êrîş di çarçoveya hewldanên Rûsyayê de tên ku dixwaze xetên veguhastina çek û sîsteman asteng bike.
Rûsya bi giranî bala xwe dide ser benderên wekî Çornomorsk û Nîkolayev, ku wekî xalên serekî yên wergirtina alîkariyên serbazî yên ji welatên Rojavayî tên naskirin.
Moskowê her wiha roja Çarşemê ragihandibû ku li heman herêmê li 3 keştiyên din yên Ukraynayê dane.