Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Kanala 13ˊan a Îsraîlî re, gefa hedefgirtina tesîsên enerjiyê yên Îranê nû kir û da zanîn ku di demek nêzîk wê encama were dîtin.
Trump got ku ew ê Îranê bi tevahî hilweşêne û wiha anî ziman:
"Îran 47 sal e pir xirab e û niha jî cezayê xirabiya xwe dibîne”.
Her wiha Serokê Amrîkayê rexne li "reftarên" NATOˊyê yên li hember Îranê kir" û got: "Welatên NATOˊyê tiştekî nakin û ev pir mixabînî ye."
Beriya vê yekê jî Trump gef li dewleta Îranê xweribû ku eger Îran di nava 48 demjimêran de, Tengava Hurmizê veneke, wê Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê êrîşî binesaziyên enerjiyê yên Tehranê bikin.
Araqçî: Tengava Hurmizê nehatiye girtin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal bersiv da dema ku Trump li bo Tengava Hurmuzê dabû Îranê û diyar kir ku trafîka keştiyên bazirganiyê ya li Tengava Hurmuzê didome
Erakçî got ku ji ber fikara pevçûnan a şîrketên sîgortayê, ev trafîk kêm bûye.
Her wiha destnîşan kir ku Tengava Hurmuzê nehatiye girtin. Dudiliya li herêmê jî ne ji ber Îranê ye lê ji ber rageşiya li herêmê ye.
Araqçî: Armanckirina tesîsên nukleerî wê bibe sedema derketina radyoaktîf xeternak
Dîsa Abas Araqçî di derbarê êrîşên Amrîkayê yê li ser Tesîsên wan yên nûkerî de jî peyamek weşand.
Abas Eraqçî di peyama xwe de diyar kir ku hedefgirtina tesîsên nukleerî yên aştiyane li Natanz û nêzîkî santrala nukleerî ya Buşehrê binpêkirina Peymana NY, Statuya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî û rêgezên hiqûqa yên navneteweyî ye.
Araqçî da zanîn ku êrîşên li tesîsên nûklerî dibe ku bibin sedema rijandina berfireh a madeyên radyoaktîf û encamên xirab ji bo mirovan û jîngehê bi xwe re derxe.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê, bang li Konseya Ewlekariyê kir ku Îsraîlê vexwîne ku tevlî Peymana Nebelavbûna Çekên Nukleerî bibe û tesîsên xwe yên nukleerî bixe bin çavdêriya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî.
Her wiha Araqçî bang li Konseya Ewlekariyê kir ku tedbîran bigire û tezmînata zirarên ji ber van êrîşan çêbûne bide Tehranê.