Hat eşkerekirin ku di lehiyên 24 demjimêrên borî de yên li eyaleta Asamê ya bakur-rojhilatê Hindistanê, herî kêm 10 kes mirine.
Rayedarên dewletên navborî dibêjin ku ev wêraniyeke gelekî mezin e û hejmara giştî ya miriyan a vê hefteyê gihîştiye 36 kesan.
Desteya Rêveberiya Karesatên Asamê roja çarşemê di daxuyaniyekê de got ku zêdetirî 650,000 kes ji ber barana dijwar a ku li 11 navçeyên eyaletê bariyaye, bandor bûne.
Her wiha hat gotin ku barana zêde, ziyanên mezin dane erdên çandiniyê, binesazî û dezgehên giştî.
Ajansên Rêveberiya Karesatan li Efxanistan û Pakistanê gotin ku di lehiyên 72 demjimêrên borî de, herî kêm 46 kes mirine û 100 kes jî birîndar bûne.