Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Çînê Fu Cong destnîşan kir ku êrîşên DYA li ser navendên nukleerê yên Îranê şertên NY û serweriya axa Îranê binpê dike û got: “Li Rojhilata Navîn aşitî bikaranîna hêzê re ne pêkane.”
Pîştî êrîşa DYA Konseya Ewlekariyê ya NY kom bû. Di konseyê de nunerê Çînê Fu Cong got: “Êrîşên DYA li ser navendên nûkleerê şert û qanûnên Ajanasa Enerjiya Atomê ya Cîhanî, serwerî û ewlekariya Îranê binpê dike… Ev rewş wê li Rojhilata navîn kirîzê zede bike û hevpeymana pêşîgirtina belavbûna çekên nûkleerî asteng bike.”
Rêya çareseriyê mûzakerene
Fu Cong destnîşan ki ku civaka navnetewî ji bo aşitî û çareseriyê hewildanên şenber dixwaze, gereke demek beriya demekî agirbest pêkwere û wiha got: “Çîn, aliyên şer bi taybet jî Îsraîl, agirbestê pêkbîne û pêşî li belavbûn û zêdebûna şer bigre… .Derketina ji vê kirîzê vegera dîyalog û mûzakereyane. Ji bo aşitî û çareseriyê hîn hêvî heye.”
Berpirsiyariya lezgîn gereke
Fu Cong herî dawiyê got: “Em di biryara çareseriya sîyasî de bi israrin û bang li Konseya ewlekariyê ya NY dikin ku gavên zû werin avêtin.” Fu Cong bal kişan li ser taslaxa ku Rusya, Çîn û Pakîstanê ji bo agirbesteke bê şert pêk were pêşniyar kiribûn û got: “ Ji bo parastina sivîlan, rêzdayina qanûna navneteweyî û vegera pêvajoya mûzakera û diyalogê, Konseya Ewlekarî ya navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne û hemû nûnerên konseye pişgiriya vê pêşniyar û taslaxê bikin.”
Çîn,Rusya û Pakîstan li ser êrîşên Îsraîlê yên li hember Îranê ji bo nûnerên konseya ewlakariya ya NY taslaxa biryarê şandibû.