Teqîneke mezin duh di hundirê Dêra Ortodoks a Mar Elias li taxa Dwêlea ya nêzîkî Paytexta Sûriyê Şamê êvara Yekşemê (22ê Hezîrana 2025’an) di dema nimêja êvarê de pêk hat.
Şahidên bûyerê gotin ku di dema bûyerê de nêzîkî 350 kes di dêrê de hebûn, êrîşkarekî xwekuj destpêkê gule barandin û paşê xwe di hundirê dêrê de teqand.
Berdevkê Wezareta Hundirîn a Desthilata Şamê ya demkî Nûr el-Dîn Baba di daxuyaniyeke çapemeniyê de tekez kir ku DAIŞ’ê ev êrîş pêk aniye û wan nasnameya êrîşkar bidest xistiye.
Wezareta Tendirustiyê ya Desthilata Şamê ragihand ku di encama êrîşê de zêdetirî 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 63 kes jî birîndar in.
Piştî teqîna mezin, li Hema û hin bajarên din ên di bin serweriya Desthilat Şamê de wêneyên gefxwarinê li ser torên medya civakî hatin belavkirin. Di wêneyan de panêlên bi nivîsên “êdî rêza we jî tê” ku li ser çend dêran hatibûn nivîsandin, xuya dikir.
Ta niha DAIŞ ev êrîş bi awayekî fermî ne girtiye ser milê xwe.
HSD: Em amadene ku tevahiya axa Sûriyê biparêzin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD): Em pabend in bi şerê li dijî terorê û amadebûna xwe ya berdewam ji bo beşdarbûna di her hewldanek Sûrî ya li dijî terorê de li hemû herêmên Sûrî, dubare dikin.
Rêveberiya Xweser: Berpirsyariya şerê dijî terorê bigrin ser milê xwe
Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Em bang li hemû aliyên Sûrî û navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe di şerê li dijî terorîzmê de, hesabpirsîna alîgirên wê û xebata ji bo avakirina Sûriyeyek ewle û aram a li ser bingeha pirrengî û edaletê de, bigirin ser xwe.
Meclisa Jin a Sûriyê: Pêdivî bi xurtkirina ewlehiyê heye
Meclisa Jin a Sûriyê: Destê terorê careke din gihîşt warê Yasmînê. Divê rayedarên peywendîdar berpirsiyariya xurtkirina ewlehiyê bigirin ser xwe, nemaze di ronahiya tevger û hewldanên DAIŞê yên ji bo ji nû ve rêxistinkirina refên xwe.
Partiya Sûriya Pêşerojê: Armanca êrîşê têkobirina aştiya navxweyî ye
Partiya Sûriya Pêşerojê: Armanca vê operasyona terorîstî têkbirina aştiya naxweyî, têkbirina ewlehî û aramiyê, sînordarkirina azadiya pratîkkirina ol û baweriyan e li Sûriyeyê.
Partî û hêzên siyasî: Binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e
Îro danê sibehê jî, 33 partî û hêzên siyasî li bajarê Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevbeş dan û tekez kirin ku ev êrîşeke hov e û binpêkirineke eşkere ya pîroziya cihên îbadetê û mafên mirovan e.
Ji aliyê xwe ve Uman, Îmarat, Lubnan, Behrên, Siûdiye, Neteweyên Yekbûyî, Belcîka, Fransa, Yûnan û Îtalyayê jî ev êrîş şermezar kirin.
Ebîr Muhemed