SOHR reporta xwe ya herî nû belav kir û tê de ragihand ku Li Siweydayê, hejmara kuştiyên di encama pevçûnan, kuştin û bombebarana Îsraîlê de, gihîştiye hezar û 420 kesan, di nav de 250 kes hatine darvekirin. Tevî ku agirbest hatiye ragihandin lê binpêkirin berdewam dikin.
Ev 2 roj in, dizî û talankirina bajarokê Kenakir ê girêdayî Siweyda li başûrê Sûriyeyê, li pêş çavên Hêzên Ewlekariya giştî yên Hikûmeta Demkî berdewam dike.
Şerê Siweydeyê di13`ê tîrmehê, di navbera gelê Siweydayê û komên çekdar ên Hikûmeta Demkî de dest pê kiribû.
Agirbestek bi piştgiriya Amerîka û Îsraîlê hatibû ragihandin, lê heya niha jî carinan agirbest tê binpêkirin.